Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Banê hat birîndarkirin

17:29 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Çarşemî 5`ê Gelawêjê, kolberekî Kurd ê bi navê “Rizgar” kurê Arif û xelkê bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê “Sertezên” a wî bajarî, hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kirin.

Ew kolberê Kurd bi sedema berkevtina gulleya hêzên leşkerî çoka wî birîndar bûye û navbirî bona tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Banê hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de, roja Çarşemî 5`ê Gelawêjê, kolberekî Kurd ê bi navê “Şêrko Çavşînî” kurê Mihemed xelkê gundê “Vûrçek” a girêdayî bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî li ser sînorê “Sertezên”ê canê xwe ji dest da û du kolberên din ên bi navên “Mihemed” xelkê bajarê Seqizê û “Dana Şe`ibanî” xelkê bajarê Banê, hatin birîndarkirin.