Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Bane birîndar bû

18:05 - 15 Kanûna Paşîn 2022

Roja Înê 24`ê Befranbarê, kolberê kurd yê bi navê “Hawrê Ehmedî”, xelkê gundê “Kêle”ya girêdayî bajarê Bane, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê wî bajarî birîndar bû.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê, teqe ji wî kolberê Kurd kirin e.

Ew kolberê Kurd, bona tedawiyên pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de jî, roja Înê 24`ê Befranbarê, kolberê Kurd yê bi navê, “Mêhran Rehmanî” temen 23 sal û kurê Xefûr, xelkê gundê “Menîcelan” ê, li sînorê bajarê Bane, rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hat û di encamê de canê xwe jidest da, û kolberekî din yê bi navê, “Îbrahîm Rehmanî” jî, bi dijwarî birîndar bûye.