Kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê “Banê” bi sedema teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

17:53 - 20 Tebax 2022

Roja Înê 28ê Gelawêjê kolberekî Kurd yê bi navê “Rehîm Mihemedî” temen 37 salî kurê “Se`îd” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal” ya bajarê “Banê” canê xwe ji dest da.

Leşkerên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê teqeya rasterast ji wî kolberî kirine û bi sedema berketina guleyan bi sing û dilê wî, canê xwe ji dest daye.

Termê wî kolberê Kurd ku, bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê “Banê” hatiye veguhastin.

“Rehîm Mihemedî” xelkê gundê “Hewraz” û rûniştiyê gundê “Kewpêç siflî” yê girêdayî bajarê “Banê” ye.