Kolberekî Kurd li ser sînorê bajaê Newsûdê birîndar bû

16:27 - 12 Adar 2022

Sibêdeha Îro Şemî 21`ê Reşemê, kolberek Kurd ê bi navê “Mihemedzahir Fethî” temen 26 salî û xelkê gundê “Hole Temirxan” ê girêdayê bajarê Selasa Bavacanî, li ser sînorê bajarê Newsûdê birîndar bû.

Ew kolberê ciwan bi sedema kevtina xwarê li ser maşîna TOYOTAyê, rastî wê bûyerê hatiye û bi awayek dijwar birîndar bûye.

Ew kolberê Kurd bi sedema kurahiya birînên wî bo yek ji nexweşxaneyekê li Herêma Kurdistanê hatiye veguhastin.

Ew kolberê Kurd niha li beşa “ICU”yê li jêr tedawiya pizîşkî de ye.