Kolberekî Kurd li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê de cane xwe ji dest da

Şeva Yekşemî 21`ê Xermananê, kolberkî Kurd bi navê “Resûl Kerîmî”, kurê Kerîm û xelkê bajarê Banê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî, cane xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi bê agehdar kirina berê, ew kolbere dabûne ber glleyan.

Termê Resûl Kerîmî”, roja Dûşemî 22`yê Xermananê, li bajarê Banê bi axê hate spartin.

Herwisa, roja Çarşemî 17`ê Xermananê, kolberekî dinêye Kurd ê bi navê “Sîrwan Gulzarî”, xelkê gundê “Cejnîava” ya ser bi bajarê Merîwanê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li bilindahiyên sînorê wî bajarî de cane xwe ji dest da.