Kolberekî Kurd li encama teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

17:18 - 6 Îlon 2021

Roja Yekşemî 14`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Mihemedxalîd Ebdulazade”, temen 41 salî û xelkê bajarê Pîranşarê li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hacî Omran” ê girêdayê wî bajarî, canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi bê agehdarkirina berê teqeya rasterast li wî kolberî kiribûn.

Heya niha termê navbirî bi malbata wî nedane.

“Mihemedxalîd Ebdulazade”, xêzandar û xwediyê du zarokan e.