kolberekî Kurd Li bilindahiya “Tete” hate birîndarkirin

18:40 - 6 Hezîran 2021

Îro Yekşemî 16`ê Cozerdan, kolberekî Kurd ê bi navê “Soran Qadirî” 35 salî û xelkê bajarê Merîwanê bi sedema teqeya hêzên hikûmetê li bilindahiyên “Tete” ya ser bi bajarê Hewramanê hate birîndarkirin.

Hêzên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê ew kolberê Kurd û hejmarek ji kolberên din bi awayê rasterast dane ber gulleyan.

Ew kolbere bi sedema teqeya hêzên hikûmetê lingê wî bi dijwarî hatiye birîndarkirin.

 “Soran Qadirî” bo tedawiya pizîşkî bo navenda pizîşkî ya bajarê Merîwanê hatiye veguhastin.