Kolberekî Kurd li bilindahiya sînorê Pîranşarê hate birîndarkirin

17:19 - 25 Şibat 2020

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, hejmarek ji kolberên Kurd di bilindahiya sînorê bajarê Pîranşarê de, rastî teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hatibûn.

Di encama teqeya hêzên Spahê de kolberekî Kurd yê bi navê “Welî Xelîfe” yê temen 28 salî, bi awayekî dijwar hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd, di wê bûyerê de, bi sedema gullereşandina hêzên Spaha Pasdaran pê wî hatibû birîndarkirin û bo tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew kolberên Kurd, bi bê agehdarkirina berê, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve, rastî teqeya rasterast hatibûn.