Kolberekî Kurd li bajarê Serdeştê hate kuştin

22:22 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa kurdpa: Kolberekî bajarê Serdeştê bi gulereşandina rasterast ên Hêzên leşkerî ên hikûmetê canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Roja yek Şemî, 16`ê Pûşperê, kolberekî Kurd yê bi navê “Mensûr Girje” kurê Mihemed û temen 21 salî û xelkê gundê “Kanî Zerd” a girêdayî bajarê Serdeştê bi teqeyên rasterast ên Hêzên leşkerî ên hikûmetê canê xwe jidest da.

Ew Kolberî Kurd, bi bê agehdar kirina berê, li nêzîk gundê “Kanî Zerd” teqe jê kirine.

Ew kolberê Kurd, saleke jiyana havjîniyê pêk anî ye.

Her di vê peywendiyê de, êvareya Çarşemî, 12`ê Pûşperê, Hêzên leşkerî yên hikûmetê, li nêzîk gundê” Hane Germele” a girêdayî bajarê “Nodşe”, teqe li hejmarek kolberên Kurd kirin e.

Di encama gulereşandina hêzên leşkerî ên hikûmetê de, Kolberekî Kurd yê bi navê “Goran Ezîzade” kurê Husên, û xelkê gundê “Hane Germele”, canê xwe jidest da û kolberekî din yê bi navê “Esîr Şapesendî” kurê Sebrî bi dijwarî birîndar dibe û bo tedaviyên pizîşkî , bo navenda dermanî ya bajarê Pawe veguhastin.