Kolberekî Kurd li bajarê Newsûdê hate birîndarkirin

16:34 - 25 Çirriya paşîn 2020

Roja Sêşemî 4ê Sermawezê, kolberekî Kurd yê bi navê “Daryûş Welidbeygî” temen 31 sal û xelkê gundê “Noryav” û rûniştiyê bajarê Paweyê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li bajarê Newsûdê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê, ew kolberê Kurd bi bê agehdarkirina berê dabûne ber gulleyan û di encamê de, lingê wî birîndar bû.

Ew kolberê Kurd, bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Paweyê hate veguhastin.

“Daryûş Welidbeygî” xîzandar e.