Kolberekî Kurd ji bilindahiyê berbû

19:51 - 29 Çirriya paşîn 2018
Ajanas Kurdpa: Kolberê Kurd yê xelkê bajarê Bane, bi sebeba berbûna ji bilindahiyê, li ser sînorê wî bajarî bi dijwarî birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajanas Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Roja Çarşemî 7`ê Sermawezê, kolberê Kurd yê bi navê “Se`idolah Şerîfzade” xelkê devera “Neşmîr” a li ser sînorê bajarê Bane, bi sedema berbûna ji bilindahiyê, bi dijwarî birîndar bû.

Ev kolberê Kurd di heyama encama kolberiyê de, rastî vê bûyerê hatiye, û ev bo çareseriyên pîzişikî bo navendên Tendrustiyê yên wî bajarî veguhastine.

Herwisa di sibezûya roja Pêncşemî 8`ê Sermawezê (30`ê Ciriya Paşîn) kolberê Kurd yê bi navê Hadî Selîmî temen 30 salî û kurê Ehmed, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê yên li binkeya Malte a li ser sînorê bajarê Bane, canê xwe ji dest da.

Herwisa di vê bûyerê de jî, du kolberên din bi dijwarî birîndar bûne û ev bo çareseriyên pîzişikî bo navendên tendrustiyê yên bajarê Bane veguhastine, û nasnameya yek ji van kolberên birîndar, Yadgar Selîmî kurmamê Hadî Selîmî hatiye ragehandin.

Kolberê yek ji tex û qatên zehmetkêş û hejar yê Kurdistana Îranê ye, ku di deverên sînorî de bi karê kolberî û bar hilgirtinê mejûl in.