Kolberekî Kurd ji aliyê hêzên leşkerî ve hate birîndarkirin

17:22 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Çarşemî 9`ê Pûşper, kolberekî Kurd ê bi navê “Vahid Emînzade”, temen 29 salî û xelkê bajarê Seqizê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Birwêşkanî”yê girêdayê bajarê Baneyê birîndar bû.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi bê agehdarkirina berê teqeya raserast li wî kolberê Kurd kirine.

“Vahid Emînzade”, bo tedawiya pizîşkî bo yek ji navendên pizîşkî hatiye veguhastin. 

her di wê derheqê de, roja Çarşemî 9`ê Pûşper, kolberekî Kurd ê bi navê “Keyvan Heqmuradî”, temen 32 salî, kurê Xalid, xelkê gundê “Şêxekuêre” û rûniştiyê taxa “Nobehar” a ser bi bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li bilindahiya “Tete” a ser bi bajarê Hewramanê canê xwe ji dest daye û kolberekî din yê bi navê “Sîrvan”, xelkê gundê “Texan”ê ser bi bajarê Merîwanê, bi awayekî dijwar hatiye birîndarkirin.