Kolberekî Kurd ji aliyê hêzên hikûmetî ve li Newsûdê hate birîndarkirin

11:53 - 10 Çirriya paşîn 2022

Koloberekî Kurd ê bi navê “Dara Şêxmuradî” xelkê bajarê “Selasa Bawecanî” di encama teqeya rasterast a hêzên hikûmeta Îranê de hat birîndarkirin.

Roja Sêşemî 17ê Xezelwerê, “Dara Şêxmuradî” ê xelkê “Selasa Bawecanî” di sînorê “Mîle” yê girêdayê bajarê Newsûdê de, ji aliyê hêzên leşkerî ve hat birîndarkirin û hêzên leşkerî ji nêz ve û bi bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li wî kolberê Kurd kiribûn.

Navbirî bo tedawiya pizîşkê bo navenda dermanî hatiye veguhastin û rewşa navbirî bi baş hatiye ragihandin.