Kolberekî Kurd ji aliyê hêzên hikûmetê ve hate birîndarkirin

18:42 - 10 Tebax 2021

Roja Duşemî 18`ê Gelawêjê, kolberekî Kurd ê bi navê “Ferhad Îsmaîlî”, temen 19 salî û xelkê bajarê Pîranşahrê, ji aliyê hêzên hikûmetê ve li ser sînorê bajarê Baneyê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqe bi wî kolberî digel hejmareke din ji Kolberan, kirine.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew kolbere hevdem digel kuştina kolberê rûniştiyê “Rebet” a bajarê Serdeştê “Omîd Xizrî”, li bajarê Baneyê hatiye birîndarkirin.

Gulle bi lingê  “Ferhad” kevtiye û bi awayekî dijwar birîndar bûye û piştî wê bûyerê bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyyûbî” a bajarê Baneyê hatibû veguhastin lê bi sedema kûrahiya birînên wî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.