Kolberekî Kurd ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve hate birîndarkirin

12:31 - 27 Gulan 2020

Şeva Sêşemî 6`ê Cozerdan (26`ê Gulan)ê, Kolberekî Kurd ê bi navê “Fiyad Ehmedî” kurê Sadiq û xelkê gundê “Koran” a ser bi devera Soma û Biradust a girêdayê bajarê Urmiyê li ser sînorê Urmiyê rastî hêzên Artêşa Tirkiyê hat û di encamê de hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd roja Yekşemî 4`ê Cozerdan (24`ê Gulan)ê, bi sedema gullereşandina hêzên hikûmeta Îranê reviyabû nav axa Bakurê Kurdistanê ku di dema zivirînê ji gundê “Dirîşk” a Bakurê Kurdistanê, li ser sînorê bajarê Urmiyê rastî gullereşandina hêzên Artêşa Tirkiyê tê û birîndar dibe.

Ew kolberê Kurd ji aliyê rûniştiyên xelkê Koranê ve bo nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê tê veguhastin.

Roja Yekşemî 4`ê Cozerdan (24`ê Gulan)ê, hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hejmarek ji kolberên Kurd li ser sînorê Soma û Biradust a Urmiyê kirine armancên xwe û bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî, kolberekî Kurd ê bi navê, “Erselan Ehmedî” kurê “Hakim” canê xwe ji dest da û herwisa du kolberên din jî yên bi navên “Turan û Ridwan Ehmedî” kurên “Ebdullxaliq”, bi dijwarî hatine birîndarkirin.