Kolberekî kurd hate birîndar û yek jî hatiye kuştin

18:58 - 8 Îlon 2021

Êvareya roja Sêşemî 16`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Husêyn Silkanî” xelkê gundê “Şebankare” ê girêdayê bajarê Rewanserê bi sedema kevtin ji bilindahiyên sînorê Newsûdê ve, birîndar bû.

Ew kolberê Kurd bi sedema kuriya birîna serê wî li demjimêr 5ê sibêdeha îro Çarşemî 17`ê Xermananê bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.

Ji aliyeke din ve, îro Çarşemî 17`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Sîrvan Gulzarî” xelkê gundê “Ceşnîava” yê girêdayê bajarê Merîvanê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li bilindahiya sînorê wî bajarî canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê ew kolbere digel hejmarek din ji kolberan dabûne ber gulleyan.

Termê wî kolberî bo pizîşka yasayî ya bajarê Merîwanê hatiye veguhastin.