Kolberekî Kurd ê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên leşkerî ve hate birîndarkirin

18:15 - 9 Çirriya paşîn 2021

Roja Duşemî 17`ê Xezelwerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Kerîm Xendedar” xelkê gundê “Mîr Şêxheyder” ê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetî li bilindahiay “Dupeze” li ser sînorê “Kîle” yê ser bi bajarê Serdeştê navbirî bi bê agehdarkirina berê dane ber gulleyan.

Ew kolbere bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Serdeştê hate veguhastin û niha di bin çavedêriya taybet a pizîşkyê de ye.