Kolberekî Kurd di encama teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

18:19 - 23 Hezîran 2021

Sibedeha roja Çarşemî 2`ê Pûşper, kolberekî Kurd ê bi navê “Fehîm Rostemzade”, xelkê bajarê Hewramanê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li bilindahiya “Tete”yê ser bi Hewramanê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi bê agehdarkirina berê, teqeya rasterast li wî kolberî û hejmarek ji kolberên din kirine.

“Fehîm Rostemzade”, temen 40 sal û xîzandar e.

Li gor amara tomarkirî li Navenda Amar a Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, ji Bihara 1400`an, bi giştî 50 kolber hatine kuştin û birîndar bûne.