Kolberekî Kurd canê xwe ji dest da

15:47 - 18 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Urmiyê, bi sedema sirr û seqamê canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşeme 26`ê Reşemehê(17`ê Adara 2019`an), kolberê Kurd yê bi navê “Şakir Miyawqî (Pûrxalidî)” yê xelkê gundê “Dizê” a ser bi devera Mirgewer a girêdayê bajarê Urmiye, li ser sînorê bajarê Serdeştê, bi sedema sirr û seqamê canê xwe jidest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ew kolberê Kurd bi sedema sirr û seqamê canê xwe jidest daye, û piştî wê rûdawê, termê navbirî bo nexwşxaneya bajarê Serdeştê hatiye veguhastin.

\"\"Her di vê derheqê de jî, roja Şemî 25`ê Reşemehê(16`ê Adara 2019`an) kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Mes`ûd Teymûrî” yê xelkê gundê “Kilaş” a girêdayî bajarê Ciwanro, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê “Nosûdê” hatibûe birîndarkirin.

Bi sedema kûrahiya birînan, ev bo tedaviyên pîzişkî, bo nexweşxaneyê hate veguhastine.