Kolberekî Kurd bo tedaviya pizîşkî hewcehî bi yarmetiya malî heye

17:29 - 14 Kanûna Paşîn 2021

Kolberekî Kurd yê bi navê “Hemze Meqrûzî” xelkê bajaroka  “Nodşe”yê ya ser bi bajarê Paweyê, li dema kolberiyê bi sedema giraniya barê ser pişta wî, çav, navbirî ling û destê xwe yê rastê ji dest daye.

Ew bûyere bûye sedema qirtandina demara stuyê wî û di dawî de, xwînrêjiya nav mêjiyê wî kolberê ciwan li pey xwe ve aniye 

Malbata wî kolberê Kurd, tevî şandin bo nexweşxaneyên bajarên Kirmaşan û Tehranê, li ser biryar û bin çavedêriya pizîşkan, dibe demûdest bi dezgeha “Kamanayf” bê neştegerîkirin, lê ew dezgehe li welatê Îranê xirab bûye û ew kolbere bo tedaviya pizîşkî dibe bo welatê Tirkiyê bê veguhastin.

“Hemze Meqrûzî”, bo tedaviya pizîşkî bi 7 hezar û 800 Dolar pere hewcehî heye.

Ew kolberê Kurd, rewşa tendirustiya wî ya giştî nebaş e û malbata navbirî destê xwe bo yarmetiya welatiyan û xêrxwazên Kurdistanê dirêj kiriye ku bi tana wî de biçin.

Ew kolbere du meh beriya niha rastê wê bûyerê hat.