Kolberekî Kurd bo neştegeriyê hewcehî bi pare heye

17:56 - 16 Îlon 2020

Kolberekî Kurd yê bi navê “Mihemed Kerîmî” ku heftiya derbasbûyî bi sedema berbûn ji bilindahiya sînorê Nodşeyê ku di encamê de linqê wî bi awayekî dijwar birîndar bû, bo neştegeriyê hewcehî bi pare heye.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew kolberê Kurd piştî veguhastin bo nexweşxaneya bajarê Paweyê, jêre ragihandibûn ku birîna lingê wî dijwar e û hewceye neştegerî bo bê kirin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: “Niha wî kolberî, hewcehî bi pare heye û navbirî hêza cîbicîkirina wî pereyê nîne û pêka gotina pizîşkên wî, dibe hindî zû bê neştegerîkirin”.

“Mihemed Kerîmî” Duşemiya heftiya derbasbûyî, di dema kolberiyê de bi sedema berbûn ji bilindahiyên navbera sînorê “Dizaver-Nodşe”, tûşî wî bûyerê bûye.