Kolberekî Kurd bo dana xercê dermanê xwe hewcehî bi alîkariya malî heye

17:30 - 30 Gulan 2020

Kolberekî Kurd yê bi navê “Mansûr Îsmaîlî” xelkê gundê “Baxî” a ser bi bajarê Serdeştê, bo dana xercê dermanê xwe hewcehî bi alîkariya malî heye.

Xercê dermanî yê wî Kolberê Kurd, zedetir ji 16 milyon bûye û nevbirî bo tedawiya pizîşkî 10 milyon tumen hewce ye.

Roja Pêncşemî 1`ê Cozerdan, “Mansûr Îsmaîlî” digel hejmarek ji kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Serdeştê rastê gullereşandina hêzên leşkerî yê hikûmetê yên binkeya “Bêtûş” hatin û di encama wî bûyerê de ew kolberê Kurd hate birîndarkirin.