Kolberekî Kurd bo armanca gulleyên hêzên leşkerî yên Hikûmetê

18:29 - 27 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê kolberekî Kurd li ser sînorê bajarê Xoyê birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, li heyama çend rojên borî li ser sînorê bajarê Xoyê hejmarek kolberên Kurd rastî gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê hatin, û di encamê de kolberê Kurd yê bi navê “Mecîd Ezîmî” temen 26 salî û kurê Ebdulxaliq, bi dijwarî birîndar dibe.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de,
Daneber gulleyan a wî kolberê Kurd, ji laiyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, di navbera gundên wekî “War û Bedlan”ê qewmiye, û ev kolberê Kurd jî bi dijwarî birîndar bûye û bi sedema kûrhiya birînan ev bo tedaviyên pîzişkî bo nexweşxaneyeke bajarê Tevrêzê veguhastine.

Her di vê pêwendiyê de, di heyama rojên borî de, kolberekî din yê Kurd yê bi navê “Xerîb Tacî”, temen 27 salî û kurê “Xelîl” û xelkê devera “Nenûr” a girêdayî bajarê Banê, bi sedema gullereşandina rasterat ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li devera “Hengejal” a wî bajarî hatibû birindarkirin.