Kolberekî Kurd bi teqeya rasterast ya hêzên leşkerî li ser sînnorê “Bane”yê hat birîndarkirin

13:16 - 12 Tebax 2022

Roja Çarşemî 19ê Gelawêjê, Kolberekî Kurd yê bi navê “Ebdulla Hecerî” temen 25 salî kurê “Mecîd” bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejal” ya bajarê “Bane”yê hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdar kirina berê di mewdayek kin de teqe ji wî Kolberî kirine.

Ew Kolberê Kurd bi sedema berketina guleyên saçimeyî, rûyê wî bi dijwarî birîndar bûye.

Ew Kolberê Kurd xelkê gundê “Hengejal” yê girêdayî bajarê “Bane”yê ye, û bi sedema kûrahiya birînên rûyê wî bo nexweşxaneya “Tewrêzê” hatiye veguhastin.

 Herwisa roja Duşemî, 17ê Gelawêjê, Kolberekî din yên Kurd yê bi navê “Keywan Elîpûr” temen 37 salî xelkê bajarê “Seqiz”ê bi sedema teqeya rasterast ya hêzên leşkerî li ser sînorê “Kêle” ya bajarê “Bane”yê hatibû birîndarkirin.