Kolberekî Kurd bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hate kuştin

16:50 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd di sînorên di navbera parêzgeha Urmiyê û welatê Turkiyê rastî destrêjiya gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hat û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa “Kurdpa”yê, şeva Yekşemî 2`ê Gelawêjê kolberê Kurd yê bi navê “Reşîd Mihemedelî” kurê “Yûsif” xelkê gundê”Şeqlawa” a girêdayî devera Mirgewer ya ser bi Urmiyê, rastî gollereşandina hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li sînorê di navbera parêzgeha Urmiye û dewleta Turkiyê de hat û jiyana xwe ji dest da.

Ev kolberê Kurd, temenê wî 34 salî ye, û xêzandar e, û bi bê haydarkirina pêştir ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve, li cihê bi navê “Zeynî” dikeve ber gulleyên hêzên leşkerî.

Termê wî kolberê Kurd, ji bo bajarê Urmiyê hatiye veguhastin û heyanî niha jî termê wî radestî malbatê nehatiye kirin.

Kolberî di destpêkê heta dawiyê, bi nav “pîşe” ye, û kolber digel curên metirsiyan rûbirû dibe, û xelkê Kurd kolberî li ser xwast û daxwza xwe hilnebijartine, belku bi sedema betalî, destengî û xirabbûna rewşa aborî û nebûna pîşe û derfeta kar û geşenekirina aboriya Kurdistanê rû li vî karî dikin.

Kolber hertim digel tirsê rûbirû ye, tirs ji teqekirina hêzên leşkerî, tirs ji sirr û seqemê, tirs ji jidestdana hevpîşeyên xwe û tirs ji destbiserdegirtina barên wan, ku tenê li pêxema wergirtina nêzîk bi 100 hezar Tûmenî ev jî ji bo dabînkirina dahat û bijêva jiyana malbata xwe, dibe ku hemû van metirsiyane qebûl bike.