Kolberekî Kurd bi teqeya hêzên lêşkerî li ser sînorê Baneyê canê xwe ji dest da
17:07 - 2 Şibat 2021
Roja Duşemî 13ê Rêbendanê Kolberekî Kurd yê bi navê “Haşim Husênî” kurê Osman, xelkê gundê “Mencîlan” û rûniştiyê bajarê Baneyê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Hengejalle” ya wî bajarî canê xwe ji dest da.
Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberî û hejmarek din ji kolberan kirin.
Haşim Husênî xîzandar e û bavê zarokekê ye.