Kolberekî Kurd bi teqeya hêzên leşkerî li ser sînorê bajarê “Xoy”ê canê xwe ji dest da

17:05 - 2 Çirriya paşîn 2020

Roja Duşemî 12ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi navê “Siyaweş Kuresonî” xelkê gundê “Rawyan” yê ser bi beşa Kotol a Xoyê di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi bê agehdarkirina berê bi awayekî rasterast teqe li wî kolberî kirine.

Ew kolber bi bê hebûna barê qaçax rastî gullereşandina hêzên leşkerî hat.

Di vê derheqê de êvara roja Yekşemî 11ê Xezelwerê, kolberekî Kurd yê bi nave “Luqman Rehîmî” xelkê bajaroka “Banewrê” ya ser bi bajarê “Pawe”yê bi sedema teqîna mînê li ser sînorê “Şûşmê” bi dijwarî birîndar û kêmendam bû.