Kolberekî Kurd bi sedema teqîna mînê li ser sînorê Bane birîndar bû
19:12 - 18 Tebax 2022
Êvareya roja Çarşemî 26`ê Gelawêjê, kolberekî Kurd ê bi navê “Amanc Azerpûr” temen 17 salî û xelkê bajarê Seqizê bi sedema teqîna mînê li ser sînorê “Hengejal” a girêdayî bajarê Baneyê birîndar bû.
Ew kolberê Kurd, di dema kolberiyê de li ser mînê de derbasbûye û di encam de birîndar bûye.
Ew kolberê Kurd, bi sedema kûrahiya birînên xwe bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Tehranê hatiye veguhastin.