Kolberekî Kurd bi sedema teqîna mînê bi awayek dijwar birîndar bû
18:22 - 6 Îlon 2022
Êvareya roja Duşemî 14`ê Xermananê, kolberekî Kurd ê bi navê “Mihemed Kerîmî” xelkê gundê “Arimrde” ya girêdayî bajarê Banê, bi sedema teqîna mînê li ser sînorê “Hengejal” a wî bajarî birîndar bû.
Ew kolberê Kurd, di wê bûyerê de lingê wî bi awayek dijwar birîndar bûye û niha li nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî di bin çavedêriya pizîşkî de ye.
Rewşa tendirustiya wî kolberê Kurd nebaş hatiye ragihandin û bi sedema kûrahiya birînan, divê bo nexweşxaneyek din bê veguhastin.