Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên ser sînor li bajarê Pîranrê canê xwe ji dest da

17:49 - 11 Çirriya pêşîn 2022

Êvareya Roja Duşemî 18`ê Rezberê, kolberek bi navê “Mikayîl Talane” xelkê bajarê Pîranşarê, li ser sînorê “Kanîxuda” ya wî bajarî, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetî, canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetî bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê kiribûn û heta niha termê navbirî radestî malbata wî nehatiye kirin.

Her di vê derheqê de, roja Yekşemî 17`ê Rezberê, kolberek din yê bi navê “Şaram Vasilî” kurê Teha xelkê bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên Spaha Pasdaran li ser sînorê “Hengejal” a girêdayî wî bajarî, canê xwe ji dest dabû.