Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî li Paweyê hate birîndarkirin

17:07 - 7 Nîsan 2022

Êvareya roja Çarşemî 17`ê Xakelêweyê, kolberek Kurd ê bi navê “Diyar Emînî” kurê Hemetofîq xelkê gundê “Hanegermile” yê girêdayê bajarê Paweyê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî li ser sînorê “Hanegermile”bi bê agehdarkirina berê teqe li wî kolberê Kurd û hejmarek din ji kolberan kiribûn.

Ew kolbere bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Paweyê, hatiye veguhastin.