Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin

17:25 - 13 Nîsan 2022

Sibêdeha roja Çarşemî 24`ê Xakelêwe, kolberek Kurd ê bi navê “Mihemed Mewlûdî” xelkê bajarê Baneyê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî li ser sînorê “Hengejal” ê wî bajarî hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê li ser sînorê “Hengejal” ê bajarê Baneyê teqe ji wî kolberê Kurd kirin.

“Mihemed Mewlûdî” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetî pişta wî bi awayek dijwar birîndar bûye û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Baneyê hatiye veguhastin.

Ew kolbere li nexweşxaneyê neştergerî bo hatiye kirin û rewşa tendirustiya navbirî nebaş hatiye ragihandin.