Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî hate birîndarkirin

16:54 - 14 Şibat 2022

Roja Yekşemî 24`ê Rêbendanê, kolberekî Kurd ê bi navê “Osman Bedrî” xelkê gundê “Wanîser”a girêdayê bajarê “Selasa Bawecanî”, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Newsûdê hate birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kiribûn.

Ew kolberê Kurd bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî, bi dijwarî birîndar bûye.

 “Osman Bedrî” bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Newsûdê hatiye veguhastin.