Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

18:23 - 28 Gulan 2022

Îro Şemî 7`ê Cozerdanê, kolberê Kurd yê bi navê “Ako Resûlî” temen 25 salî û kurê Rehîm û xelkê bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmekê li ser sînorê bajarê Banê canê xwe jidest da.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê û ji mewdayekî nêzîk ve li ser sînorê “Hengejal” a bajarê Banê navbirî rastî gulleyên hêzên leşkerî yên hikûmetê hatiye û di encamê de canê xwe jidest da.

Herwisa wê çavkaniya agehdar daye diyar kirin: Termê wî kolberê Kurd bo nexweşxaneya Selahedîneyûbî a bajarê Banê hatiye veguhastin û termê navbirî heta niha radestî malbata wî nehatiye kirin.

Ji aliyek din ve jî, hevdem digel kuştina wî kolberî, kolberek din ê bi navê “Cevad Babaxanî” xelkê gundê “Qorîqela” a girêdayî bajarê Rewanserê, bi sedema berbûn ji bilindahiyê, di dema lipey kevtina hêzên leşkerî yên hikûmetê ve,li ser sînorê Newsûdê, ji aliyê pêyê xwe û pişta xwe ve birîndar bû.