Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

18:10 - 26 Adar 2022

Roja Înê 5`ê Xakelêweyê, kolberekî Kurd ê bi navê “Rostem Xizrî” temen 25 salî kurê Kemal û xelkê bajarê Şinoyê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Baneyê canê xwe ji dest da.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê, teqe ji wî kolberê Kurd kiribûn û termê wî kolberê Kurd ji aliyê kolberan û rûniştiyên wê deverê ve bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê hatibû veguhastin.

Ew kolberê Kurd xîzandar û serperestê malbata xwe bûye.