Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da
18:38 - 10 Tebax 2021
Şeva Yekşemî 17` Gelawêjê, kolberekî Kurd ê bi navê “Omîd Xizrî” kurê “Umer”, temen 47 salî û xelkê bajarê Mihabadê û rûniştiyê “Rebet” a girêdayê bajarê Serdeştê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Baneyê canê xwe ji dest da.
Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqeya rasterast ji wî kolberî û hejmareke din ji kolberan kirine.
Ew kolbere xîzandar û xwediyê du zarokan bû.