Kolberekî Kurd bi sedema teqeya hêzên leşkerî canê xwe ji dest da

12:01 - 7 Kanûna pêşîn 2020

Êvara roja Yekşemî 16ê Sermawezê, kolberkî Kurd yê bi navê “Ferzad Seidûzade” kurê Es`ed xelkê gundê “Kozereş” yê ser bi bajarê Selmasê, bi teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd digel hejmarek din ji kolberan bi bê agehdarkirina berê ji aliyê hêzên leşkerî ve rastî gullereşandina hêzên leşkerî hatin.

Termê wî kolberê Kurd bo nexwşxaneya bajarê Selmasê hate veguhastin û heya niha radestî malbata wî nehatiye kirin.

Ferzad Seidûzade xêzandar e û bavê du zaroka bû.