Kolberekî Kurd bi sedema Seqemê canê xwe ji dest da

12:49 - 19 Adar 2020

Roja çwarşemiyê 18ê meha Adarê Kolberekî Kurd bi navê Azad Omerî temen 22 Salî xelkê Gundê Rawiyan, girêdayî yê Nawça Kotol a Xoyê, di dewerên ser Sinûriye di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, bi hegera sir û seqemê canê xwe ji dest da.

Ew Kolberê Kurd ewa serê çend salan bû ku hewara xwe biribû ber Kolberiyê ku di encamê de roja Çwarşemiyê di gel çend kes ji Kolberên dinê, bi meqseda peyda kirina pariyeke nanê helal, li herêma ser Sinûrî de rastî Bager û sir û seqemê dibin, ku di encamê de Azad canê xwe ji dest da.   

Azad ê Kolber xelkê Gundê Rawiyan, yêk ji wan Gundên dewera Kotol bû ku ber erdheja Meha derbas bûyî kevt û xelkê wê nihajî bê mal û hal û perîşanin û kite riya peyda kirina pariyeke nanê şerafetmendane bo xelkê kotol, karê Kolberiyê ye.

Herwisa Roja Sêşemiyê 17ê Adarê jî Kolbereke Kurd bi navê Seywan Şerîfî, kurê Xalid xelkê Banê li Sinûrê Hengejal bi sedema teqeya hêzên rejîmê canê xwe ji dest da.