Kolberekî Kurd bi sedema kevtin ji bilindahiyên “Tete”yê ve canê xwe ji dest da

17:03 - 11 Şibat 2021

Şeva Çarşemî 22`ê Rêbendanê, kolberekî Kurd yê bi navê “Aram Caten” xelkê gundê “Kanîsanan” yê ser bi bajarê  Merîwanê bi sedema kevtin ji bilindahiyên “Tete”ya Hewramanê ve canê xew ji dest da.

Ew kolberê Kurd di dema kolberiyê de rastî vê bûyerê hatibû û termê wî ji bo bajarê Merîwanê hate veguhastin.

Ew Kolberê Kurd xizandar û xwediyê zarokan e.

Herwisa di vê derheqê de, roja Çarşemî 15`ê Rêbendanê, kolberekî Kurd yê bi navê “Xalîd Ehmedpûr” kurê Îbrahîm xelkê gundê “Wirdê” yê ser bi bajarê Serdeştê bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê “Qasimereş” a wî bajarî canê xwe ji dest da.