Kolberekî Kurd bi sedema ketina ji bilindahiyekê jiyana xwe ji dest da

22:05 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2017
Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd ku ji bo dabînkirina bijîwa jiyana xwe rû li navçeyên sînorî ên bajarê Serdeştê kiribû, bi sedema berbûna ji bilindahiyekê jiyana xwe ji dest da.

Li gora nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurpayê, şeva borî 4`ê Gelawêjê kolberekî Kurd, xelkê bajarê Serdeştê bi sedema berbûna ji bilindahyekê jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê Kurdpayê ji bajarê Serdeştê nasnameya vî kolberê Kurd, Mihemed Îsma`îlzade kurê Umer ragehandiye.

\"\"Li gora vê çavkaniyê, ew kolberê Kurd xelkê gundê Sîsêr û hevjîndar e, û zarokekî kêmtemen heye.

Navbirî ji bilindahiyên Kanî Zerde ya bajarê Serdeştê re ketiye xwar.

Mihemed Îsma`îlzade bo dabînkirina bijîwa jiyana xwe rû li pîşeya kolberiyê kiribû.

Her di vê derheqê de, roja 3`ê Gelawêjê jî kolberekî Kurd bi navê Kerîm Mihemed Emînzade, bi gulleberdana rasterast ya hêzên leşkerî ên Îranê jiyana xwe ji dest da.

Li gora gotina Resûl Xizrî nûnerê bajarên Serdeşt û Pîranşarê, di meclisa rejîmê de, 68 hezar kolberên Kurd li parêzgehên sînorî de, mijûlî kolberiyê ne, û di nava 16 heya 18 hezar kolber di van du bajaran de bi kolberiyê ve mijûl in.

Dewleta Hesen Rûhanî, çend caran bas ji organîzekirina koberan û çareserkirina kêşeyên pêşberî kolberên li ser sînoran kiriye, û heya niha jî tu pêngaveke micid di vê derheqê de hilnegirtiye.