Kolberekî Kurd bi sedema gullereşandina hêzên Artêşa Tirkiyê hate birîndarkirin

11:06 - 1 Îlon 2020

Roja duşemî 10`ê Xakelêwe, kolberekî Kurd yê bi navê “Sêvdîn Kelaşî” yê 35 salî û kurê Bihadîn û xelkê gundê “Gîweran” a ser bi devera Kotol a girêdayê bajarê Xoyê, li ser sînorê wî bajarî rastî gullereşandina rasterast a hêzên Artêşa Tirkiyê hat û di encamê de hate birîndarkirin.

Ew kolberê Kurd di dema gullereşandina hêzên Artêşa Tirkiyê de derbasî sînorê Bakurê Kurdistanê dibe û li wir rastî teqeya hêzên Artêşê tê û birîndar dibe.

Dema ku ew kolberê Kurd ji aliyê hêzên Artêşa Tirkiyê ve tê birîndarkirin, bo tedaviya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyê bajarê Van a ser bi Bakurê Kurdistanê tê veguhastin.