Kolberekî Kurd bi sedema berbûn li bilindahiyên Hewramanê canê xwe ji dest da

13:18 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Înê 11`ê Pûşperê, kolberekî Kurd ê bi navê “ Sadiq Nasirî “ temen 50 salî xelkê gundê Sine û rûniştiyê bajarê Merîwanê, bi sedema berbûn li bilindahiya çiyayê “ Te te” yê li Hewramanê canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd di dema veguhastin bo yek li navendên pizîşkî, bi sedema kurahiya birînan canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar a Rekxirava Mafê Mirov a Kurdpa yê, di heyama 6 mehên despêkî yên sala 2021`an ve bi gelemper 98 kolberên Kurd hatine kuştin û birîndarkirin.