Kolberekî Kurd bi sedema berbûn ji bilindahiyê ve birîndar bû

17:34 - 29 Hezîran 2021

Roja Duşemî 7ê Pûşper, kolberekî Kurd ê bi navê “Nesrullah Hemîdî” xelkê bajarê Selasa Bavecanî, bi sedema berbûn ji bilindahiyê li sînorê “Newsûdê” birîndar bû.

Ew kolberê Kurd, bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Kirmaşanê hate veguhastin û rewşa giştî ya navbirî, baş hatiye ragihandin.

Herwisa roja Şemî 5`ê Pûşper, kolberekî din ê bi navê “Vahid Mihemedpûr”, li encama teqeya rasterast a hêzên leşkerî li sînûrê “Dolebî” ya ser bi bajarê Serdeştê, canê xwe ji dest daye.