Kolberekî Kurd bi sedema berbûn ji bilindahiyê ve birîndar bû

17:27 - 27 Kanûna pêşîn 2020

Roja Yekşemî 7ê Befranbarê, kolberekî Kurd yê bi navê “Daniyal Derziyan” bi sedema berbûn ji bilindahiya ser sînorê “Dizlî” ya ser bi bajarê Sewlavayê ve birîndar bû.

Ew kolberê Kurd di dema kolberyê de, ji bilindahiya sînorê “Dizlî”yê ve tûşî wê bûyerê bûye û di encamê de lingê wî birîndar bû.

Ew kolberê Kurd, bo tedawiya pizîşkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Merîwanê hatiye veguhastin.