Kolberekî dinê yê Kurd bi destê hêzên Dewleta Îranê hate birîndar kirin

20:41 - 24 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Kolberek dinê yê Kurd û xelkê herêma Alana Serdeştê bi teqeya rasterast ya hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê hate birîndar kirin.

li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Şewa bihûrî Kolberekî Kurd yê xelkê herêma Serdeştê binavê “Şerîf Hesenzade”li nêzîk gundê “Mêrgas” bi teqeya hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hate birîndar kirin û jibo çareseriyê jibo nexweşxaneya bajarê Serdeştê hate şandin.

Bi gotina şahidên bûyerê li encama vê destrêjiyê de 3 hespên Kasibkaran hatin kuştin û barên wan ji aliyên hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê hatin zewt kirin.

Li gor amara tomar kirî li navenda ajansa kurdpa, li destpêka meha Hezîrana îsal heya niha 5 Kolberên Kurd bi teqeya hêzên Întizamî yên dewleta Îranê hatin kuştin û 7 kesên din jî hatine birîndar kirin.

Her wisa Kolberekî din jî li herêma Newsûdê seva tûş bûn bi celteya dil canê xwe ji dest da.