Kolberekî din yê Kurd hate kuştin

15:34 - 30 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Kolberkî din yê Kurd bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorên herêmên Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Înê 9`ê Sermawezê (31`ê Çiriya Paşîn), kolberê Kurd yê bi navê “Mihemed Ebasî” temen 30 salî, û xelkê gundê “Daymab” a girêdayî bajarê Neqedê, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê yên li ser sînorê “Dilawan” a bajarê Pîranşarê jiyana xwe ji dest da.

Ev kolberê Kurd bo dabînkirina dahata jiyana xwe, rû li karê kolberiyê di herêmên sînorî yên bajarê Pîramşarê kiribû.

Her di vê pêwendiyê de jî, êvariya roja Pêncşemî 8`ê Sermawezê, hêzên leşkerî yên hikûmetê komek ji kolberên Kurd, li ser sînorê “Kanî xoda” a girêdayî bajarê Pîranşarê, dabûne ber gulleyan, û di encamê de jî kolberê Kurd yê bi navê “Ferhad Beyanek” xelkê gundê “Maşkan” hatibû kuştin.

Her di vê bûyerê de jî, “Sidîq Beyanek” birayê “Ferhad Beyanek”, kolberê hatî kuştin, destê wî birîndar bûye.

Herwisa di sibezûya roja Pêncşemî 8`ê Sermawezê de jî, kolberê Kurd yê bi navê “Hadî Selîmî” temen 30 salî, û kurê “Ehmed” bi sebeba gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê, li ser sînorê bajarê Bane, canê xwe ji dest da.