Kolberekî din ê Kurd birîndar bû

15:16 - 25 Adar 2017
Ajansa Kurdpa: Pênc kolberên Kurd ku bo dabînkirina bijîwa jiyana xwe rû li navçeyên sînorî ên bajarê Serdeştê kiribûn, yek ji wan bi sedema berbûna ji bilindahiyekê birîndar bû.

Li gora nûçeyên belavkirî, êvariya roja 4`ê Xakelêweyê yek ji kolberên Kurd ên bajarê Serdeştê bi sedema berbûna ji bilindahiyeê piyekî wî birîndar bû.

Ew kolberê Kurd bi alîkariya xelkê vê navçeyê bo çareseriya pizişkî bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Serdeştê hatiye kirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê nasnameya vî kolberê Kurd nehatiye ragehandin.

Her di vê derheqê de çend roj berî niha jî, bi gulleberdana rasterast a hêzên Întizamî, sê kolberên Kurd li gundê Bêwran a bajarê Serdeştê birîndar bûn.

Di nawerasta hefteya borî de, ji roja 1`ê Xakelêweyê ve heya niha eva nehem kolberê Kurd e, ku bi sedema hatina reniyê, teqeya hêzên hikûmetî û berbûna ji bilindahiyan têne kuştin, yan birîndar dibin.

Li gora amara tomarkirî di nawenda amara nûçegihaniya Kurdpayê, di sala 1395`an de, 154 kolberên Kurd bi sedema teqeya rasterast a hêzên hikûmetî, berbûna ji bilindahiyan, teqîna mînan (mayînan), kirîza dil, têne kuştin, yan jî birîndar dibin.