Kolberekî din canê xwe ji dest da û çend kolberên din jî bê serûşûn bûne

17:02 - 18 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê, bi sedema sir û seqamê li gêdûka “Tete”yê ya ser bi bajarê Hewramanê canê xwe ji dest da û çend kolberên din jî bê serûşûn bûn.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, êvara roja Duşemî, 25`ê Sermawezê, kolberekî Kurd yê bi navê “Azad Xusrewî” û  kurê “Osman” û xelkê gundê “Nê” ya ser bi bajarê Merîwanê, di bilindahiya “Tete”yê ya ser bi bajarê Hewramanê, bi sedema sir û seqamê canê xwe ji dest da û “Ferhad Xusrevî” di wî bûyerê de winda bûye.

Ev du kolberane birayê hevdu ne.

Di wî bûyerê de, kolberekî din yê bi navê “Husên Keremî”, bi sedema wê ku rastê sirê hatibû, bo çareseriya pizîşkî bo navenda dermanî hate veguhastin.

Bi gotina şahidhalan, çend kolberekî din jî, di wî bûyerê de bê serûşûn bûne û li pey ketina kolberên bê serûşûn heya niha jî her berdevam e.

Îro Çarşemî, 27`ê Sermawezê, zêdetir ji du hizar kes, xelkê bajarê Merîwanê û derdorên wî bajarî, bo peydakirina kolberên windabûyî, li bilindahiya “Tete”yê li pey wan digerin.