Kolberekî din bi sedema dijwariya birîna xwe canê xwe ji dest da

17:37 - 17 Şibat 2020

Roja Duşemî, 28`ê Rêbendanê, kolberekî din yê bi navê “Şahid Edak”, xelkê gundê “Jîwar” a ser bi bajarê Hewramanê, piştî 24 demjimêran, bi sedema dijwariya birîna xwe di encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê de canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd, roja Yekşemî, 27`ê Rêbendanê, digel hejmarek ji kolberên Kurd li ser sînorê Newsûdê rastî gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê hatibûn.

Di wê bûyerê de, kolberekî Kurd yê bi navê “Ehmed Sehrayî” kurê “Mu`imîn”, yê temen 24 salî û xelkê gundê “Dişe” a ser bi bajarê Paweyê, canê xwe ji dest da.

Hevdem çend kolberên din yên bi navên “Ezîm Emînzade” xelkê gundê “Nirwê”, “Cebar Mihemedî, Zahid Nûrî, Celal Nûrî, Şahid Edak, Resûl Hoşî, Şadman Seyîdî” xelkê gundê “Kilaş” a ser bi bajarê Ciwanroyê û “Teha Selmanî” hate birîndarkirin.

Di vê derheqê de, roja Duşemî, 28`ê Rêbendanê, bazariyên bajarê Paweyê bi nîşaneya nerizayetî nîşandana xwe bo kuştin û birîndarkirina kolberan li ser sînorê Newsûdê gerev girtin û daxwaza li pey ketina wê cinayetê ji rêya navendên pêwendîder re bûn.