Kolberekî ciwan li ser sînorê bajarê Banê hat birîndarkirin

18:21 - 6 Îlon 2022

Roja Duşemî 14`ê Xermananê, kolberekî ciwan ê bi navê “Yasîn Se`îdî” temen 22 salî û xelkê gundê “Nave” ya girêdayî devera Nenûr a ser bi bajarê Banê, bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî, hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî bi bê agehdarkirina berê teqe ji wî kolberê Kurd kirin û navbirî bi sedema kûrahiya birînan bo nexweşxaneya bajarê Tewrêzê hatiye veguhastin.

Her di vê derheqê de, êvareya roja Yekşemî 13`ê Xermananê, du kolberên din yên bi navên “Suheyb Rastxane” û “Soran Eyvaze” bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê bajarê Merîwanê hatin birîndarkirin.